Ji gelek welatan 120 hunermendan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Ji gelek welatên cîhanê 120 hunermendan bi danezaneke hevpar ji bo azadiya Rêber Ocalan bang kirin. Di danezanê de hat gotin, “Ocalan derfeta hêviyê û azadiyê da Kurdan. Têkoşîna siyasî ya hemdem a Kurdan ronesanseke gelekî mezin afirand. Divê êdî Ocalan azad bibe.”

Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li cîhanê her diçe mezin dibe.

Ji gelek welatên cîhanê 120 hunermendan bi danezaneke hevpar daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Hunermendan di deklarasyonê de bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di dema dîlbûna xwe de jî ji bo Kurdan buye hêz û wiha hat gotin:

“Wî hêz û hêvî da gelek Kurdan da ku hebûna xwe dewam bikin. Ew bû mamosteyekî gelekî baş. Wî jin û mêrên Kurd teşwîq kirin da ku ji bo mafên xwe têbikoşin.”

Hunermendan diyar kirin , zilm û zorî li Kurdan hatiye kirin û tê kirin, û ji ber wê jî ew neçar mane ku ji bo azadiya xwe têbikoşin.

Hunermendan di dewama danezanê de got, “Ocalan derfeta hêviyê û azadiyê da Kurdan. Têkoşîna siyasî ya hemdem a Kurdan ronesanseke gelekî mezin afirand. Abdullah Ocalan xizmeta serdema xwe kir û azadî heqê wî ye. Wî bi awayekî eşkere îsbat kir ku ew serokekî biberpirsiyar ê miletê xwe ye û nîşan da ku mirov dikare bi soza wî baweriyê bîne. Edî dema azadiya wî hatiye.”

Back to top button