HPG: Dewleta Tirk li dijî kampa êsîran a li Siyanê çekên kîmyewî bikaranî

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşa li ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê de 13 leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên dîl bi balafiran kuştin.
HPG’ê diyar kir dewleta Tirk li Garê çeka kimyewî avêtiye kampa Siyanê û got, “Ji ber çeka kimyewî hatiye bikaranîn mirov nikare bikeve nav kampê.”

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşa li ser Garê de derbeke giran xwar û vekişiya. Lê di encama bomberana bi balafiran de 13 leşker û polîsên xwe yên dîl kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê îro bi daxuyaniyekê ragihand li ser kampa êsîran a li Siyanê ya Garê çekên kimyewî hatine bikaranîn.

HPG’ê diyar kir encamên êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya 10-14’ê Sibatê a li dijî herêma Garê û berxweana gerîla ya li dijî vê, ji bo bên zelal kirinê xebatên me dewam dikin.

HPG’ê da zanîn dewleta Tirk a dagirker ji bejahiyê ve li gel ku derbeke giran xwar û vekişiya jî êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi taybetî Garê didomin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin,

“Ji bo rûdana li kampa ku êsîr lê dihatin girtin a li qada Siyanê bi rengekî zelal were fêhmkirin hêzên me gihaştine vê kampê. Lê li gel ku 3 roj di ser re derbas bûne jî li kampa êsîran û li derdorê bêhna gazeke giran û kimyewî heye. Ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve li ser vê kampê ji ber ku çeka kimyewî hatiye bikaranîn, mirov nikare bikeve nav kampê. Bi îhtîmaleke mezin her kesê li kampê piştî ku bi gaza kimyewî hatine kuştin piştre gule li wan hatiye reşandin. Nîşaneyên pêşî ku em gihaştine ev in.”

HPG’ê destnîşan kir, xebatên ji bo zelalkirina rastiya komkujiyê ku dewleta Tirk li ser kampa êsîran pêk aniye didomin û encamên zelal û bîlançoya şerê Garê ji hemû aliyan ve dê were parvekirin.

HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir 10’ê Sibata 2021’an li dijî tevgera dagirkirinê ku artêşa Tirk ya dagirker li ser qada Garê daye destpêkirin bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên leheng 4 rojan berxwedaneke dastanî hatiye kirin û bi serketineke dîrokî artêşa Tirk hatiye têkbirin.

HPG’ê da zanîn gerîla Gelhat Tolhildan di berxwedana Garê de ku bi serkeftineke mezin a leşkerî bi rola xwe ya dîrokî rabûyî tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

HPG’ê sersaxî ji malbata gerîla Gelhat û gelê Kurdistanê re xwest û soza bi serxistina têkoşîna azadiyê da.

Back to top button