Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi hevkariya Meclisa Giştî ya herdu taxan, hinek biryar der barê “nederketina derve” de girtin.
Ji biryarên ku hatine girtin; wê fatoryên paqijiyê, kehrebe û kiriyên mehên Adar û Nîsanê werin betalkirin.
Têkildarî mijarê, Hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Roşîn Mûsa diyar kir “ew bi hemû derfetên xwe li dijî vîrûsa Coronayê, ketine seferberiyê”.
Roşîn bang li şêniyan kir ku “li gorî biryarên hatine girtin, tev bigerin”.