Li YE aloziya enerjiyê

Di demekî ku Rûsya gaza xwezayî ya li ser Ewropa kêm kirî de, metirsiyek zêde ya ji sermayê heye.
Lîderên Ewropa ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin civiyan.
Lê tevî hemû hewildan û daxuyaniyan lîderan nekarî di diyarkirina nirxê herî bilind yê gazê de bigihêjin encamê.

Di civîna bilind a lîderên Yekîtiya Ewropayê de ku bi beşdariya serokên dewlet an jî hikûmetên 27 welatên YE pêk hat de, li dijî zêdebûna bihaya enerjiyê tedbîrên ku bên girtin hatin nîqaşkirin.

Li ser pêşnûmeya danîna nirxê herî bilind lihevkirinek pêk nehat.

YE di diyarkirina nirxê gaza xwezayî de negihişt encamê

Civîna 11 saetan a tedbîrên ji bo kêmkirina nirxê enerjiyê ku ji ber bilindbûna bihayê elektirîkê ya bi şerê li Ukrayna re zêde bû û çîna hejar di nava reşek zehmet de hiştî bû qada nîqaşên germ.

Mijara ku li ser enerjiyê kîjan însiyatîfên hevpar pêk bînin bi mehane di nava welatên YE de dibe sedema nîqaşên tund.

Cûdahiya tevliheviyên enerjiyê ji welat bi welat di vê yekê de rolek girîng dilîze.

“Nexşe rê” Hate diyarkirin

Seroka Komîsyona Ewropî Ursula von der Leyen piştî civîna li Brukselê ji rojnamevanan re got;

Danezana dawî ya ku di lûtkeyê de li hev hat kirin “nexşeya rêyek mezin a ji bo dewamkirina xebata li ser bihayên enerjiyê ye.

Bang li Komîsyona Ewropî û welatên YE hate kirin ku di hefteyên pêş de rêyên ji bo parastina kirêdaran bibînin.

Lêbelê, tê destnîşan kirin ku tedbîrên bêne girtin divê “rêbaziya gerdûnî ya Ewropayê û yekparebûna Bazara Yekgirtî biparêze”.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel jî diyar kir ku “krîza enerjiyê li ser bazara navxweyî ya YE’yê gefe” û got;

Ji bo parastina bazarê “koordînasyona herî zêde” pêwîst e.

Her çend ragihandina danezana dawî li pêş raya giştî weke nîşaneya yekîtiyê were dîtin jî, cudahiya nêrînan di navbera welatan de nîşan dide ku danûstandinên paşeroj wê dijwar bin.

Danûstand wê hefteya di civîna wezîrên enerjiyê yên yekîtiyê ya li Luksemburgê pêk were de bê nirxandin.

Di diyarkirina nirxê herî bilind e fikrên cuda derket

Herî kêm 15 welatên endam, Fransa, Îtalya, Spanya û Belçîka jî di nav de, ji bo gaza xwezayî ya di îthalatê de daxwaza nirxê herî bilind kirin.

Lê hin welatên ku Almanya pêşengtiya wê dike ev yek red kirin.

Back to top button