“Îran niha raste rast beşdarî şerê li Ukraynayê bûye”

Di şerê li Ukrayna de, xalên nû derdikevin.
Piştî êrişên bi dronan li paytext Kîevê, Amerîka dixwaze Îranê weke beşeke sereke ya şerê li welat nîşan bide.
Waşîngtonê ragihand ku êdî Tehran bi awayekî eşkere di nava şer de cihê xwe girtiye.
Di vê navberê de, Serokê Rûsya Putin serdana leşkerên di seferberiya qismî de bang li wan hatî kir.

Tenê çend roj mane ku êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna 8 mehên xwe tejî bike.

Di şerê heta niha de, ne Rûsya û ne jî Ukrayna daxwazên xwe pêk ne aniye.

Rûsya daxwaza serweriya Ukrayna dike, rêveberiya Kîevê jî dibêje wê tevahî xaka welat ji bin kontrola hêzên Rûsya derxe.

Di nava van daxwazan de çarçoveya şerê heyî jî berfihre dibe.

Piştî armanckirina navendên elektirîkê yên Ukrayna paytext Kîev di nava tarîtiyê de ma.

Amerîka ya ji roja despêkê û heta niha bi mîlyaran dolar alîkariya Kîevê dike, vê carê dixwaze helwesta li dijî Îranê bê zêdekirin.

Di nava rojên dawiyê de êrişên li ser paytext Kîevê, bo cihê wê yekê ku Amerîka Îran weke aliyekî şer nîşan bide.

Her çiqasî Îranê îdiayên ku balafirên wan yên bêmirov di êrişa li ser Kîevê de hatine bikaranîn ji red kir, lê rêveberiya Waşîngton diya xwe de israr dike.

Dîrektorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby diyar kir ku leşkerên Îranê di bombebarankirina Kîevê ya li Kirimê da alîkariya Rûsyayê kirin û wiha got:

“Îran niha li ser erdê ye û rasterast tevlî şer e.”

Pentagon: Dronên Îranê bo şerê pîskolojî tê bikaranîn

Piştî Koşka Spîî, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder باتريك ريدر di civîna çapemeniyê ya rojane de piştrast kir ku Rûsya bi sîstemên balafirên bêmirov yên Îranê êrişî Ukrayna kiriye.

Ryder diyar kir ku leşkerên Îranê perwerdeya balafirên bê mirov didin leşkerên Rûsyayê.

Putin serdana leşkeran kir

Ev der kampa leşkerî ya li Ryazan a li rojavayê Rûsyayê ye.

Beşeke leşkerên di çarçoveya seferberiya qismî de banga erkê lê hatî kirin li vir dimînin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu re serdana kampê kir û li tetbîqata leşkeran temaşe kir.

Dema ku Serokê Rûsyayê hat qada xwe li erdê dirêj kir û bi çeka sekvaniyê li armanca hatî diyarkirin xist.

Putin di serdanê de bi leşkerên nû re di axive

Piştî ku leşkerên di nava mehên dawiyê de li herêmê beşek ji xaka kontrolkirî ji dest dan, Putin “seferberiya qismî” ragihand.

Di çarçoveya vê bangê de 300 hezar leşker bo erkê hatin gazîkirin.

Back to top button