Endamê Desteya Doktorên Navnetewî a ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî Dr. Jan Van Aken ku ji bo lêkolîna çekên kîmyewî çûbû başûrê Kurdistanê derbarê serdana xwe û bikaranîna çekên kîmyewî de axivî.
Jan Van Aken dibêje, “Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de gelek delîl hene û divê lêkolîn bê destpêkirin.”
Endamê Desteya Şêwra Zanista Elmanya ya Doktorên Navneteweyî a ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) Dr. Jan Van Aken derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Pisporê çekên kîmyewî Jan Van Aken ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî ên li dijî gerîla bike di meha îlonê de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû.
Jan Van Aken da zanîn ku wî xwestiye li Amediyê bi malbateke ku bi êrişa çekên kîmyewî re rûbirû maye hevdîtin bike lê belê hikumeta Başûrê Kurdistanê destûr nedaye wan ku lêkolîn bikin.
Aken sedema vê yekê jî weke têkiliya hikumeta başûr ya bi hikûmeta Tirkiyê re pênase kir.
Aken têkildarî serdana xwe ya li başûrê Kurdistanê û êrişên bikaranîna çekên kîmyewî jî wiha got:
“Me li Silêmanî û li gelek deverên Iraqê bi gelek kesan re hevdîtin pêk anîn. Em çûn Helebceyê û bi kesên ku bi êrişa çekên kîmyewî re rûbirû mabûn re axivîn.
Me bi Koma Qurbaniyên Çekên Kîmyewî yên Helebce re jî hevdîtin pêk anîn.
Me bi Tîma Navbeynkariya Gel ya li herêmê dixebitin re jî hevdîtin kir. Ev grûp li ser gundên ku bi berdewamî êrişên kîmyewî li ser tên kirin, lêkolînan dike û di van demên dawî de raporek gelek balkêş li ser êrişên artêşa tirk ên li ser sivîlan weşand.
Em hefteyekê li wir man û me gelek hevdîtin kirin.”
Dr. Jan Van Aken di dawiyê de diyar kir têra xwe delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî hatine kirin divê lêkolîneke navneteweyî destpêkirin.



