Dayîkên Aştiyê: Divê pêvajoya çareseriyê careke din bê destpêkirin

Bertek û nerazîbûnên li dijî tecrîda li ser Rêber APO dewam dikin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê jî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Desthilat ji bo ku xwe li ser lingan bihêle tecrîdê kur dike, divê pêvajoya çareseriyê carekeidn bê destpêkirin.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike.

Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Rêber APO de fikarên raya giştî mezin bûbûn.

Li dijî tecrîda girankirî her roj bertek mezintir dibin.

Têkildarî mijarê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê nerînên xwe anîn ziman.

Dayika Aştiyê Meliha Atak anî ziman ku dema mirovek di girtîgehê de be ji xwe di bin tecrîdê ye.
Meliha di dawiyê de diyar kir ku divê hemû gel rabin ser piyan dengê xwe bilind bikin û tecrîdê bişkînin.

Dayîkên Aştiyê: Tecrîd bi taybet bandoreke mezin li jinê dike

Hevseroka HDP’ê ya navçeya Silopiyê Zozan Aşkin jî destnîşan kir ku piştî tecrît giran bûye şûnde li Tirkiyê kaos çêbûye.

Zozan Aşkin jî destnîşan kir ku bila êdî bes dayik bigirîn, em dixwazin pêvajoya çareseriyê carakedin bê destpêkirin.

Back to top button