Dayîkên Aştiyê yên li Silêmaniyê: Heta dawiyê emê xaka xwe biparêzin

Dayikên Aştiyê yên li bajarê Silêmaniyê komxebatek lidarxistin û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker helwesta xwe nîşan dan. Dayîkan eşkere kir ku ewê heta dawî xaka xwe biparêzin.

Beriya du rojan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, komxebateke Dayikên Aşiyê hat lidarxistin.

Di komxebatê de dayikan dibin sernavên weke êrîşên dagirkeriyê û bandora wê ya li ser Kurdistanê, rola dayikan di çareserkiriya pirgirêkan de û daxwaza nîşandana helwestek yekgirtî nirxandin kirin.

Xwîşka du şehîdan a ji başûrê Kurdistanê Gelawêj Mihemed aliyên pêwendîdar ji ber bêhelwestiyê, tewanbar dibîne û diyer dike ku hikumeta Başûrê Kurdistanê guh nade êrişên li ser xakê.

Emîna Mehmûd a ji Rojhilatê Kurdistanê ku hevjînê wê şehîd e û zarokên wê jî hatine darvekirin êdî ji vê rewşê bêzar bûye.

Emîne daxwaz dike ku hikumet rê nede dagirkeran ku êrişî Kurdistanê bike û dayikên şehîdan û dayikên aştiyê jî piştgiriya hevdû bikin.

Nurten Çelebî a ji Bakurê Kurdistanê ku ji ber kirinên dewleta Tirk derbasî Başûrê Kurdistanê bûye, dibêje li vir jî Tirk ji me nagerin.

Raniya Mihemed a ji rojavayê Kurdistanê ye, diyar kir ku dewleta Tirk kurdan dikuje û neçarî koçberiyê dike..

Back to top button