Kongra Star: Divê CPT bi erkê xwe yê mirovî û exlaqî rabe

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê nivîskî Komploya Navneteweyî şermezar kir û bang li CPT û saziyên pêwendîdar kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin.

Kongra Star daxuyaniyek nivîskî da û li dijî tecrîd û komployê banga bilindkirina têkoşînê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewletên komploger pilan kirin ku pergala hegemonîk li Rojhilata Navîn berdewam bikin.

Lê ev komplo bi berxwedana Rêber Apo li zindanê têk çû.

Rêber Apo afrînera hevjiyana azad e û berxwedaniya ku dengveda bandor li seranserî Rojhilata Navîn û cîhanê kir.

Îro projeya netewa demokratîk li tevahî cîhanê bûye cihê çareseriya pirsgirêkan.

Koordînasyona Kongra Star anî ziman ku divê CPT bi erka xwe ya exlaqî û mirovî rabe û wiha bi lêv kir:

Banga me ji gelê me, gelê herêmê, cîhan û hemû kesên demokrat û azadîxwaz hene ku xwedî li Rêber Apo derkevin.

Back to top button