Ebdulkerîm Omer: Têkiliyên me bi derve re gihştina asteke bilind

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer da zanîn ku têkiliyên diplomatîk bi derve re gihştine asteke bilind û encamên erênî bi xwe re anîne. Omer daxwaz Rûsya, Amerîka û dewletên Erebî kir ku ji bo çareseriyê aloziya sûrî bi rola xwe rabin..

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku danûstandinê wan bi dewletên Ewropî yên têkildarî dosya Sûrî, gihaştiye asteke bilind a ku tê xwestin.

Dr. Ebdulkerîm Omer derbarê têkiliyên diplomatîk yên Rêveberiyê Xweser bi derve re, ji bernameya televizyona me Buyer re nirxandin kir..

Ebdulkerîm Omer: Bêyî Rêveberiya Xweser aloziya Sûrî çareser nabe

Omer bibîrxist ku ji ber têkiyên wan bi dewletên derve re encamên baş li ser erdê pêk hatin û diyar kir ku têkiliyên Rêveberiya Amerîka niha bûye fermî û piştgiriya Rêveberiya Xweser dike.

Ebdulkerîm Omer: Divê ji bo çareseriyê Rûsiya, Amerîk û dewletên Erebî bi rola xwe rabin

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve anî ziman ku têkiliyên wan bi Rûsiya re qute nebûne û daxwaz jê û dewletên Erebî yên têkildar bi pirsgirêka Sûrî kir ku ji bo çareseriyê bi rola xwe rabin..

Ebdulkerîm Omer: Hilbijartinên Sûrî çareseriyê bi xwe re nayên

Têkildarî hilbijartinên Serokatiya Sûrî jî, Omer teqez kir ku ev hilbijartin ne dema wê ye û çareseriyê wê bi xwe re neyîne.

Dawiyê, Dr. Ebdulkerîm Omer dosya girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan bibîrxist û bang li dewletan kir ku bi erka xwe rabin û ji bo darizanina çeteyan dadgehekê ava bikin.

Back to top button