Hikûmeta Iraqê ji bo veguhastina welatiyên xwe, bi dehan otobus vê sibehê digel şandeyekê şandine kampa Holê.
Li gorî nûçegihanê me, 99 malbatên ku nêzî 400 kesî ne, dê bi otobusan digel şandeya Iraqî ji kampa Holê bo kampa Ced’ayê ya li derdora parêzgeha Nînewayê bên veguhestin.
Jixwe vaguhestina van koçberan piştî radektekirina navan dê pêk were.
Tê payîn rêkarên venêrandin û radektekirina navan di nava çend saetan de bi dawî bibin.
Li gorî agahiyan, ev koçber bi piranî ji bajarê Mûsil û Enbarê ne û weke qefleya yekem dê vegerin cih û war xwe.