Parêzer Îbrahîm Bîlmez: Ji paradîgmaya Abdullah Ocalan tirsiyan

Parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ji bo hêzên hegemon pirsgirêkeke mezin bû û got: “Ji ber ku paradîgmayeke welê bû ku hîn wê demê dikarîbû pirsgirêkên azadiyê bi rê û rêbazên aştiyane çareser bike.”

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez ji ANF’ê re qala pêvajoya komploya 9’ê Cotmehê kir.

Îbrahîm Bîlmez destpêkê bal kişand ser piştgiriya hêzên herêmî û hegemonîk a ji bo Tirkiyeyê .

Bîlmez diyar kir ku îdeolojî û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo hêz û dewletên hegemonîk pirsgirêkeke mezin bû.

Paradîgmaya Ocalan paradîgmayeke welê bû ku hîn wê demê dikarîbû pirsgirêkan bi rê û rêbazên aştiyane çareser bike.

Îbrahîm Bîlmez: Hemû hêzên hegemonîk bûn yek û komplo pêk anîn

Îbrahîm Bîlmez ragihand ku ev rewş bi kêrî hêzên hegemonîk û herêmî nedihat û got:

“Rêber Abdullah Ocalan û PKK ji bo wan xetere bû, diviyabû bihatina tasfiyekirin.

Sedema destpêkirina pêvajoya 9’ê Cotmehê bi vî rengî dikare bê vegotin.

Dewletan li hev kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin.

NATO û Emerîkayê hêzeke mezin a deryayî ber bi rojhilatê Derya Spî ve şandibû.

Li aliyê din hewldanên Îsraîlê hebûn.

Mirov van hemûyan dikarin bi vî rengî kurteber bikin; hêz hemû bûn yek, hewl dan Abdullah Ocalan tasfiye bikin ku ji bo xwe xetere didîtin.”

Îbrahîm Bîlmez: Rêber Abdullah Ocalan komplo pûç kir

Bîlmez anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd destnîşan kir û got:

“Li aliyê din hin hêz hene ku destketiyên Kurdan hemûyan weke xetereyê dibînin.

Bi taybetî rewşa Tirkiyeyê bi wî rengî bû. Birêz Abdullah Ocalan bi şênberî digot:

“Sedema çûyîna min a Ewropayê afirandina şert û mercên çareseriya aştiyane û demokratîk a ji bo meseleya Kurd bû.

Wê demê difikirîm ku ji bo çareseriya hemdem a pirsgirêkên siyasî û civakî ‘Şaristaniya Ewropayê’ bibe zemîna herî baş.”

Bîlmez herî dawî eşekre kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi sekna xwe ya ku tawîz ji aştiyê neda, sîstem têk bir.

Ya rast sîstema tecrîdê pûç kir.

Back to top button