Efserên Tirk bi rêya qaçaxçiyan hewl didin herêmê ji şêniyan vala bikin.
Ji bo vê Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Hêzên Asayîşê a Herêma Firatê Mezlûm Keçel got:
Hewldanên wan ji bo rêgirtina li pêşiya qaçaxçîtiya mirovan û qaçaxan didomin.
Mezlûm Keçel têkildarî xebatên wan yên di vî warî de ev agahî parve kirin:
“Ji destpêka 2023`yan ve, 208 qaçax hatine girtin û radestî aliyên peywendîdar hatine kirin.
Hezar û 674 kes dema hewl didan sînor derbas bikin, hatin girtin.”
Keçel eşekre kir ku herêma Firatê li ser sînorên Tirkiyeyê ye.
Qaçax jî, ji gundên ser sînor in. Wek tor e û têkiliyan wan bi hev re hene.
Kesên dixwazin sînor derbas bikin, ji wan re kom dikin, nasnameyên sexte didin wan.
Qaçax, ji bo karê xwe hêsan bikin, bi leşker û fermandarên artêşa Tirk re didin û distînin.
Armancên dewleta Tirk jî hene ku herêmê vala bike û demografiya wê biguherîne.
Piraniya kesên dixwazin derkevin jî ciwan in.”