Li bajarên bakurê Kurdistanê darbeya li dijî HDP’ê hate şermezarkirin

Salvegra derbeya siyasî ya li dijî HDP’ê, li bajarên Bakurê Kurdistanê hate protesto kirin.
Gel li ber avahiyên HDP’ê kombûn û darbeya siyasî ya li dijî partiya xwe şermezar kirin.
Lê polîsên Tirk , li bajarên Agirî û Wanê êrişê gel kirin û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.

Bi rasthatina roja darbeya siyasî a li dijî HDP’ê, Li bajarên Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê gel û rêxistina HDP’ê yê bajaran têkildarî rojê daxuyanî dan.

Di serî de şaxên partiya HDP’ê ya bajarê Amed, Wan, Riha, Agirî, Mêrdîn, Şirnex û navçeyên wê, û gel pêşiya avahiyên HDP’ê kombûn û darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê şermezar kirin.

AMED

Rêxistina HDP’ê ya Amedê li Xezal Parkê daxuyanî da.

Hevserokê HDP’ê yê Bajêr a Amedê Zeyat Ceylan di çalakiyê de axivî û got

“Armanca sereke ya darbeyê, dîlgirtina siyaseta demokratîk e û hewl didin daxwaza gelan a ji bo wekhevî, azadî û aştiyê tune bikin.

Ceylan diyar kir ku wê li hemberî tasfiyeya siyaseta demokratîk bêtir li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya rêxistinî û siyasî bidomînin.

RIHA

Bi heman armancê li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajarê Rihayê jî civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Ziya Çalişkan di civînê de axivî û darbeya li dijî Partiyan wan şermezar kir.

Çalişkan diyar kir ku ew ê ti carî xwe îradeya xwe radestî operasyonên zilmê nekin û têkoşîna ji bo demokrasî, aştî û azadiyê bi biryardarî bimeşînin.

MÊRDÎN

Darbeya 4’ê Mijdarê li navçeyên Mêrdînê, Artûklû, Qoser, Nisêbîn, Mîdyat, Stewr, Kerboran, Mehsert, Dêrik û Şemrexê jî bi daxuyaniyan hate şermezarkirin.

Hevserokê HDP’ê yê navçeya Artûklûyê Bekîr Dag diyar kir ku HDP li dijî êrişan li ber xwe dide û wê vê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê dewam bikin.

Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû jî destnîşan kir ku gel bi bexwedana xwe êrişên desthilatdariyê têk dibin.

ŞIRNEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî gelek kes li ber avahiya partiyê li hev civiyan û daxuyaniyek dan.

Lê beriya daxuyaniyê avahiya partiyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag diyar kir ku tevî êrişan jî wê HDP têkoşîna xwe dewam bike.

AGIRÎ-WAN

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Agiriyê û Wanê jî bi heman armancê xwestin daxuyanî bidin.

Li bajarê Agiriyê Polisan êrişî gel kir û Hevserokên HDP’ê yên Bajar Semra Ozden û Erol Berke jî di nav de 6 kesan binçav kirin.

Li bajarê Wanê jî polisan bi hinceta qedexeya Walîtiya Wanê destûr nedan gel ku daxuyanî bidin.

HDP’î yên ku xwestin daxuyanî bidin polisan êrişî wan kir û gelek kesan bi lêdanê binçav kirin.

Back to top button