HDP: Em ji duh xurttirin û em ê têkoşîna xwe mezintir bikin

Beriya 5 salan di 4’ê Mijdara 2016’an de li dijî HDP’ê derbeya siyasî dest pê kir..
Bi vê derbeyê re di sêrî de hevserokên Giştî yên HDP’ê yên wê de jî di nav de bi sedan siyasetmedar hatin girtin..

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di salvegera vê derbeyê de daxuyanî da û got:
Em 5 sal in li dijî darbeya siyasî li ber xwe didin, em ji duh xurttir in. Emê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di salvegera darbeya 4’ê Mijdarê ya li dijî partiya wan de daxuyaniyek weşand.

HDP’ê di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku beriya niha bi 5 salan di 4’ê Mijdara 2016’an de li ser partiya wan derbeyeke siyasî pêk hat û ev derbe hîne didome..

HDP’ê balkişand ser girtina Hevserokên Giştî yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û bi dehan siyasetmedarên HDP’ê û got:

“Bi vê darbeyê re bi sedan hevalên me yên hatibûn hilbijartin, bi hezaran kedkar û endamên me hatin girtin.

Di 4’ê Mijdarê de îradeya gel hate desteserkirin, bi operasyonên derveyî hiqûqê siyaseta demokratîk hate tasfiyekirin.

Bi biryara yekser a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî derketiye holê ku ev operasyon ne hiqûqî ye, ev operasyonên siyasî ne.”

HDP’ê bal kişande li ser derbeya ku bi vê rojê re li hember zanîngeh, komele û rêxistinên saziyên sivîl jî dest pê kir û wiha dewam kir:

Desthilatdariyê dît ku heta ku HDP hebe wê nikaribin li Tirkiyê faşîzmê ava bikin û ji ber vê partiya me kirin hedef. AKP û hevkarên wan ne bi tenê darbeya siyasî dan destpêkirin, piştî sala 2015’an maseya çareseriyê jî wergerandin û planên çokdanînê xistin dewrê. Bi vê re li Tirkiyê krîzên siyasî, ekonomîk û civakî kûrtir bûn.

HDP’ê balkişand ser doza girtina partiya wan jî û anî ziman ku pêvajoya 4 mijdarê dest pê bû, lê bi saya hêza gel û mîrateya dîrokî, wan li ber xwe da û hîne xurtir bûn û derbekar têk diçin..

HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got:

Partiya me li ser xwe ye û ji gelên Tirkiyê re dibe hêvî. Li hemberî vê darbeyê em ê têkoşîna xwe geş bikin. Bi operasyonên tasfiyeya siyaseta demokratîk û zilmê re em teslîm nebûn û em ê nebin jî. Em ê bi ser bikevin.

Back to top button