Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser îro di civîna xwe de plansaziya xebatên xwe yên sala 2022’yan eşkere kir.
Hevserokên Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Omer, Rîma El-Romans û cîgira wan Mîdya Bozan û hevserokên komîteyên şaredariyan ên 7 herêmên Rêveberiya Xweser di civînê de amade bûn.
Di civînê de her komîteyekê xebatên xwe yên sala borî û plansaziyên xwe yên sala bê pêşkêş kirin.
Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê Mîdya Bozan da zanîn ku ji ber tûnebûna madeya Bîtûmîn rê baş nahatin çêkirin û wiha got:
“Piştî vekirina parzûna bîtûmînê ev pirsgirêk hate çareserkirin.
Her wiha dê bûdçe li ser her komîteyekê were dabeşkirin.”
Mîdya diyar kir ku projeyên ekolojiyê û daristanan jî dê bên kirin.
Her wiha Mîdya Bozan diyar kir ku planeke xebatê ji bo sererastkirina garajên veguhastinê yên hundir û derve û sererastkirina pirên li Tebqa û Reqa, Dêrezor û herêma Cizîrê heye.



