Dûran Kalkan: Navnîşana çareseriyan Rêber Apo ye

Tecrîda li Îmraliyê bi awayekî mezin bandorê li her kesî dike ”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi van gotinan baldikşîne ser tecrîda li dijî Rêber Apo û dibêje:
Di navbera kurd û Tirkdan de ku aştiyek çêbibe yê ku karibe pêk bîne jî tenê Rêber Apo ye .
Divê her kes vê yekê wisa bizanibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan tevlî bernameya taybet a televîzyona Meyda Haberê bû .

Duran Kalkan bi berfirehî li ser tecrîd û Komploya Navnetewî sekinî .

Kalkan destnîşan kir ku tecrîda Mutleq a li Îmraliyê bi awayekî mezin bandorê li her kesî dike.

Ku di navbera kurd û Tirkdan de ku aştiyek çêbibe yê ku karibe pêk bîne jî tenê Rêber Apo ye .

“Di navbera Kurd û Tirkan de aştiyek pêk were, yê karibe vê pêk bîne Rêber Apo ye.

Ji derveyî wî tu kesekî din yê xwedî rol û mîsyon nîne. Tu kesekî ku vê pêvajoyê pêş bixe nîne.

Divê Kurd jî, dewleta Tirk jî, civak, jin û ciwan jî, mirovahî û siyaseta cîhanê hemû jî vê yekê baş dizane.

Em têdîkoşin, şer birêve dibin. Rêveberiya şer in, revêberiya têkoşînê ne.”

Heger çareseriya siyasî pêk were, siyaset birêve biçe û çareseriyeke demokratîk pêk were, yek navnîşana wê heye; ew jî Rêber Apo ye.”

Dûran Kalkan: Êrîşên qirkirina Kurdan di ser Îmraliyê re tê meşandin

Dûran Kalkan da zanîn ku êrîşên qirkirinê ya li ser Kurdan di ser Îmraliyê re tê meşandin û ev tişt anî ziman:

“Pergala li Îmraliyê hîna baş nehatiye fêmkirin. Tenê tecrîd tê gotin, tecrîd aliyekî wê ye.

Lê tenê bi gotina tecrîdê pergala Îmraliyê nayê fêmkirin.

Divê neyê gotin ku ‘tecrîd nebe, Îmralî jî nabe!’ ev ne rast e.

Li wê derê êşkenceyeke mezin heye, pêvajoyeke îmhayê heye. Ev pergaleke qirkirinê ye.

Dûran Kalkan: Komploya navnetewî weke pergala Îmraliyê didome

Kalkan bi berdewamî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bibîrxist û got:

“Komploya navnetewî weke pergala Îmraliyê didome. Bala xwe bidinê her cure bê hiquqî li Îmraliyê heye.

Tu rêgez, hiqûq, exlaq pêk nayên û deng jî tu kesî dernakeve.Herkes bi roleke kerr, kor û bê ziman tevdigere.

Ew kesên ku ji xwe re dibêjin demokrat û hêzên navnetewî hemû bi vî awayî nêz dibin.

Dûran Kalkan: Bi saya berxwedanê gelek caran komplo vala hate derxistin

Dûran Kalkan berxwedana Rêber Apo ku 25 sala li dijî komployê dimeşîne silav kir û wiha bilêv kir:

“25 sale li ser bingeha pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê, pergala gerdûnî ya modernîteya kapîtalîst, bi destê dewletên heyî erîşî civaka Kurd dike.

Li hemberî vê yekê gelê Kurd, tevgera me, hêzên gerîla û dostên me li ber xwe dide. Di rastiyê de mirovahî li ber xwe dide.

Li hemberî êrîşa bê mînak, berxwedana tê kirin jî bê mînak e.Bi saya vê berxwedanê heya niha gelek caran komplo vala hate derxistin.”

Back to top button