Dilzar Dîlok: Ji ber tecrîdê civakên li Tirkiyê di krîzek civakî-çandî-ekonomîk de ne

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok di nirxandinên xwe yên derbarê tecîra li dijî rêber Abdulah Ocalan de diyar kir ku mînakeke tecrîda li Îmraliyê li cîhanê nîne û got:Heta ku tecrîda li ser Rêbertî neyê şikandin kes nikare azad bibe.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî rêber Abdulah Ocalan dest pê kir ji ANF’ê re nirxand.

Dilzar Dîlok di destpêka nirxndinên xwe de berxwedana rêber Abdulah Ocalan silav kir û da zanîn ku tecrîdê di aliyê aborî, civîkî, çandî û siyasî de Tirkiye xistiye nava krizek kur.

Komploya li dijî Rêber Apo, weke tecrîda girankirî dewam dike.

Ji ber ku Rêbertî dîl girtî ye, li Tirkiye dijminahiya gelan heye.

Tecrîda mîsogerkirî, hewila danjibîrkirina axavtinê bi Rêbertiyê ye.

Êrîşa herî mezin ku li Rêbertiyê bê kirin, ev e.

Ev ne pêkanîneke hema wisa ye.

Awayekê êşkenceyê ye.

Qanûnên ku bixwe çê kirine, gava mijar dibe Rêbertî, her tên binpêkirin.

Lewra pergala Îmraliyê ne hiqûqî lê îdeolojîk e, pergaleke qirkirinê ye.

Têkoşîna ku wê mirov li dijî bike aliyên wê yên hiqûqî hene lê ya esasî, siyasî û îdeolojîk e.

“Heta Rêber Apo neyê azadkirin kes nikare azad bibe”

Dilzar anî ziman ku tenê azadiya jin û gelan bi azadkirin rêber Apo re pêkane û ev tişt got:

Bêyî şikandina tecrîda li ser Rêbertî, ne pêkan e ku kes azad bijî.

25 salên Rêber Apo li girava Îmraliyê tê ragirtin, ji bo me Kurdan, bi taybetî jî ji bo jinan gelek zehmetiyên xwe hebûn.

Dilzar Dîlok destnîşan kir ku armancên komployê bi têkoşînê hatin derxistin û wiha pê de çû:

Di vê wateyê de yê ku komplo vala derxist Rêber Apo bû.

Me jî di çarçoveya paradîgmaya demokratîk a Rêbertiyê xwe de rê li ber feaseteke jiyana nû li Rojhilata navîn vekir.

Em ji gel û jinan re bûn hêvî. Asta tecrîda tê kirin jî hêrsa têkçûyina desthilatê nîşan dide.

“Divê li dijî tecrîdê têkoşîn were xurtkirin”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok da zanîn ku divê xeta têkoşînê bê xurtkirin û wiha dawî lê anî:

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê çalakiyên xurtir, girseyî û bi bandortir bên lidarxistin.

Têkoşîna li dijî xiyanet û xeta hevkariyê ya PDK’ê jî têkoşîna li dijî komployê ye.

Cemîl Bayik: Komploya li dijî Rêber Apo ji bo armancên siyasî û bîrdozî bû

Back to top button