Şêniyên navçeya Til Birakê diyar kirin ku doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ya gelê Kurd e lê belê doza tevahî pêkhateyên herêmê ye û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, têkoşîna wan berdewam e.
9’ê Cotmehê salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.
Bi bûneya vê, şêniyên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê daxuyaniyek dan.
Endama Navenda Çand û Hunerê Semîre Îsa daxuyanî li pêşiya navendê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyan xwend.
Di dauxyaniyê de hat destnîşankirin ku ji dema dîlgirtina Rêber Apo ve û heta îro, dewleta Tirk a dagirker tevahî cureyên îşkenceya derûnî û bedenî li dijî wî meşandiye û hewl dide vîna wî bişikîne lê dîsa jî bi ser neket.
Di dawiyê de hate gotin ne tenê gelê Kurd lê belê tevahî pêkhat û gel divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.
Şêniyên Tirbespiyê: Em ê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê bê wate bikin