Şervanên li Minbic: Em amade ne gelê xwe biparêz in

Şervanên li eniyên şer ên Minbicê amadekariyên xwe li hember êrişên gengaz ên li dijî herêmê zêde kirine.
Şervanan diyar kirin ku çawa wan DAIŞ têk bir, ew ê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê( E-Nusra) jî têk bibin.

Li gundên Bakur û Rojavayê Minbicê bermahiyên El-Qaîde çeteyên El-Nusra belav bûne.

Li hember her êrişeke gengaz şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê amadebaşiyêde ne ku herêmê biparêz in.

Şervan Ehmed Xelîl El Mûsa derbarê mijarê de ev tişt anî ziman:

“Ev guhertin ji demekê ve li eniyên şer pêk tên, bi taybet piştî şanoya şerê çeteyan li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine.

Her wiha pevçûnên di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiyê û Heyet Tehrîr El-Şam de ji bo berjewendiyên wan in.

Em li eniyên şer in û çavê me li tevgerên dijmin e.

Me çawa berê red kir, em niha jî hebûna çeteyên dewleta Tirk li ser sînorê bajarê xwe red dikin.

Ji ber piştigriyê didin DAIŞ′ê. Û em amade ne parastina Minbicê li hember her êrişekê bikin.”

Şervan Ela Minbic jî dibêje tişta ku dibe planeke navneteweyî ya nû li hember hedefgirtina herêmê ye.

Û piştrast kir ku ew amade ne li hember her êrişeke li ser Minbicê bisekinin û parastina xelkê wê bikin.

Li gorî şervan Ehmed Setam jî çeteyên Ehrar El-Şam li herêmê belav bûne û alên xwe li hin nuqteyan diguherînin

Her wiha tevgera balafirên keşfê û yên bêmirov ên dewleta Tirk li eniyên şer heye.

Şervan Yasmîn Şahîn jî diyar kir ku belavbûna van çeteyên li eniyên şer ên Minbicê ve temamkirina projeya DAIŞ’ê ye.

Yasmîn Şahîn anî ziman ku çawa wan DAIŞ’ê têk bir ew hemû kesên ku dixwazin aramiya li herêmê xera bikin jî têk bibin.

Back to top button