Parêzer Çiro: Ji bo doza Kurd azadiya Rêber Apo şertekî bingehîn e

Endama Komîteya Ji rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya li Başûrê Kurdistanê Parêzer Çiro Hisîn Şiwan û hunermend Sosin tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kirin û ev gotin:
Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertekî bingehîn e.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tekoşînkirin jî erka her hunermendekî ye.

Ev 24 sal e dewleta Tirk a qirker li hember berxwedana rêber Abdulah Ocalan, tecrîdeke giran dimeşîne.

Li dijî vê tecrîdê nerazîbûn û çalakiyên ji bo azadiya Rêber Ocalan bi xurtî dewam dikin.

Endama Komîteya Ji rêber Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê Parêzer Çiro Hisîn Şiwan derbarê tecrîdê nixandin kir.

Parêzer Çiro tecrîd şermezar kir û da zanîn ku ji bo çareseriya doza gelê kurd, azadiya rêber Apo şertekî bingehîn e .

Parêzer Çiro: Nabe dosya Rêber Ocalan û gelê Kurd ji hev cuda werin nirxandin

Parêzer Çîro destnîşan kir ku dosyeya Rêber Ocalan girêdayî mijara Kurd e, nabe dosyaya Rêber Ocalan û gelê Kurd ji hev cuda were nirxandin û ev tişt got:

“Polîtîkayên tecrîdê yên li dijî rêber Apo heman polîtîkayên tecrîdê yên li dijî gelê kurd û herêmê ne.”

Parêzer Çiro di dawiyê de bêhelwestî û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember tecrîdê bi nehiqûqiyê bi nav kir.

Hunermend Sosin: Azadkirina Rêbertî, erkê her hunermendî ye

Hunermend Sosin jî têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, helwesta xwe ji ajansa nûçeyan a Firatê re eşkere kir.

Hunermend Sosin diyar kir ku tevî qirkirina çandî, bi avabûna PKK’ê re çand û hunera gelê kurd tê parastin..

Helbet di vî warî de keda herî mezin jî ya rêber Apo ye.

Ji bo xwedîderketina li rêber Apo Hunermend Sosin da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîn kirin armanc û erkên hemû hunermendan e û ev bang kir:

“Xwedîderketina li Rêbertî, xwedîderketina li xwe ye.

Azadkirina Rêbertî, erkê her hunerhez û hunermendan e.

Lewra xebatên ku tên kirin jî divê hîn zêdetir bibin. “

Back to top button