Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi boneya salvegera 10’emîn a damezirandina xwe, merasîmeke leşkerî li dar xist.
Di merasîmê de hate diyarkirin ku ew ê şerê li dijî terorê û aliyên ku hewl didin aramî û îstîqrara herêmê têk bibin, bidomînin.
8’ê Çileyê salvegera 10`emîn a damezirandina Meclisa Leşkerî ya Suryanî bû ku yek ji hêzên leşkerî yên di nava QSD`ê de ye.
Bi vê boneyê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî li gundewarên Hesekê merasîmeke leşkerî li dar xist.
Li vir, hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî merasîma leşkerî li dar xistin.
Piştre berdevkê meclisê Matayî Hena axivî û behasa ked û tekoşîna Meclisa Leşkerî ya Sûriyanî kir.
Matayî destnîşan kir ku ew ê heta mayîndekirina îstîqrarê li seranserî herêmê, şopandina bermahiyên DAIŞ’ê bidomînin.
Merasîm bi xwendina peyamên pîrozbahiyê yên sazî, partiyên siyasî û komên leşkerî bi dawî bû.