Komek parêzerên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê têkildarî tecrîda li dijî Rêberê Apo daxuyaniyek dan. Parêzeran dan zanîn ku dewleta Tirk ji bo pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin tecrîd giran kirine. Her wiha parêzeran bang li navendên cîhanî û saziyên navnetewî kirin ku li beramberî tecrîdê helwesta xwe nîşanbidin
Hejmarek ji parêzerên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê balkişandin ser tecrîda li dijî Rêberê Apo.
Daxuyanî ji aliyê Parêzer Nerîman Ehmed ve hat xwendin.
Ehmed balkişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo û diyar kir ku parêzerên Rêber Apo ji Adara 2020’an ve bi behaneyên cûda nekarîne hevdîtin pêkbînin.
Parêzerên Başûr: Divê saziyên pêywendîdar li dijî tecrîdê helwest nîşan bidin
Di dawiyê de Nerîman Ehmed bang li CPT, NY û rêxistinên mafên mirov ên cîhanê kir ku bi erkê xwe rabin.