Li qada herêma Zapê, di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.
li gorî vê
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê; “24’ê Kanûnê li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, gerîlayan bi çekên giran û taktîka sabotajê li dagirkeran dan.
Di encama çalakiyên gerîlaya de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û derb li konekî leşkerî hate xistin.
HPG: Arteşa Tirk 10 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê got “Çeperên berxwedanê yên gerîla 10 caran bi çekên kîmyewî
4 caran bi balafirên şer û gelek caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”