Êdî em di nava rojên dawî yên sala 2022’an de ne. Lê ya diyar ev sal ji bo xelkên li herêma Efrîn û Şehbayê qet hêsan derbas nebû. Di nava salê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 27 hezar 498 caran êrişî herêmê kirin. Di van êrişan de, 7 zarok 5 şervan bi giştî 12 şehîd 44 welatî jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker di sala 2022’an hema bêje rojane herêma Şehba, Til Rifat, Şêra û şêrewa topbaran û bombebaran kir.
Artêşa dagirker di vê topbaranê de her cûre çek bikar anî.
2022 Efrîn-Şehba
Çile – Sibat
1987 Êriş
4 Birîndar
Di herdu mehên despêka salê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe 1987 caran êrişî gundewarê Şehba, Til Rifet, Şêrewa û Şera kirin.
Di êrişa 15’ê Sibata 2022’an de li 4 sivîl li Til Rifatê 4 sivîl birîndr bûn.
Di van êrişan de xisareke mezin gihişt cih û warên welatiyan.
Di salekê de li Şehba û Efrînê 12 welatî şehîd bûn
Adar-Nîsan
4276 Êriş
Navçeya Ehdas
2 Şehîd
10 Birîndar
Di meha Adarê û Nîsanê de jî artêşa dagirker 4276 êriş li ser heremên navborî çêbûye.
Di van êrişan de 2 sivîlên ji koçberên Efrînê li navçeya Ehdasê şehîd û 10 jî birîndar bûn.
Gulan – Hazîran
8013 Êriş
2 Leşkerê Şamê mirin
Welatiyek birîndar bû
Di mehên Gulan û Hezîranê de jî êrişên dagirkeriyê dewam kirin.
Di Hezîranê de jî artêşa dagirker 3620 caran êriş pêk anî.
Di êrişa li ser balafirgeha Minnixê de 2 leşkerê hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.
Di êrişa li ser gundê Benê yê navçeya şêrawa de jî jinek birîndar bû.
Tîrmeh
3121 Êriş
6 Jin birîndar bûn
Bi despêkirina meha Tîrmehê re jî dagirkeriyê êrişên xwe zêde kir.
3121 caran êrişî herêmên navborî hate kirin.
Di van êrişan de li şehba 6 jin ku koçberên Efrînê birîndar bûn.
Tebax
2633 Êriş
4 Sivîl şehîd bûn
7 Jê zarok zarok
18 Birîndar
Meha Tebaxê ji bo herêmê bixîwn derbas bû.
Di encama 2633 êrişên dewletaTirk a dagirker yên li ser herêmê de 4 sivîl şehîd, 7 jê zarok 18 sivîl bîrîndar bûn.
Di êrişa 4’ê Tebaxê ya li ser Til Rifatê de, 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
Her wiha 17’ê Tebaxê li gundê benê zarokek, 19’ê tebaxê li Şehbayê jî jinek birîndar bû.
Di êrişa 24’ê Tebaxê ya li ser Til Rifatê de jî 4 sivîl şehîd û 6 jî birîndar bûn.
Îlon – Cotmeh
2949 Êriş
Zarokek şehîd
2 Zarok birîndar
Her çiqasî li gorî mehên beriya xwe di Îlon û Cotmehê de, êriş kêmbûne jî lê careke din sivîl bûn armanc.
Di encama 2949 êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeyên wê yên di meha Îlon û Cotmehê de, zarokek şehîd û 2 jî birîndar bûn.
Mijdar – Kanûn
7740 Êriş
5 HRE şehîd
2 Welatî birîndar bûn
Artêşa dagirker di nava du mehên dawiyê de êrişên xwe yên li ser herêmê carke din zêde kir.
Di meha Mijdar û Kanûnê de, dagirkeriyê 7740 caran êrişî herêmê kirin.
Di van êrişan de,
5 şervanên HRE’ê şehîd bûn.
25 leşkerên hikûmeta şamê jiyana xwe ji dest dan.
31 leşkerên hikûmeta Şamê û 2 welatî birîndar bûn.