Îro mîna 5 rojên derbasbûyî, herêm hat topbarankirin.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava 6 rojin bê navber dewam dikin. Îro, ji seatên sibehê ve gundên Zirgan, Şehba, koban û Eyn Îsa tên topbaran kirin. Di nava 24 saetan de, 965 top li 24 gund û cihên Şehba, Şêrewa û Şera ya Efrînê ketin.

Ev 6 rojin bê navber û bê serûber artêşa Tirk a dagirker êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike.

Dagirker mal û erebeyên sivîlan, cihên petrolê, stasyonên Xaz û kehrebê bi gişît binesaziya herêmê dike hedef û topbaran dikin.

îro mîna 5 rojên derbasbûyî, herêm hat topbarankirin.

Dagirkeran gundên Kobanê topbaran kiri

Artêşa Tirk a dagirker di seatên nîvro de bi çekên giran ji baregehên xwe yên li ser sînor, gundê Zormixar ê rojava û gundê Koran ê rojhilatê Kobanê topbaran kirin.

Vê sibehê jî gundê Hirbil û Semoqa yên Şehbayê rastî topbaranê hatin..

Dewleta Tirk ji Zirgan heta Tirbespiyê û Eyn Îsa da ber top an

Her wiha gundê mala Bobê û Dedeebdal yên Zirganê hatin topbarankirin.

Dagirkeran êrişî Eyn Îsa jî kirin û gundê Seyda û kampa Eyn Îsa topbaran kir.

Şevê din jî dewleta Tirk stasyona petrolê ya li nêzî gundê Mele Ebas a navçeya Tirbespiyê topbaran kir.

Leşkerên artêşa Tirk ji girê li ser sînor ku lê bi cih bûne, gule avêtin herêmê.

Her wiha derdora gundên Mehrkan, Xwêlte û Girkê Şamo yên heman navçeyê hatin topbarankirin.

Li aliyê din, bîlançoya êrişên 24 saetên dawîn ên li dijî kantona Şehbayê, navçeyên Şêrawa û Şera hat eşkerekirin..

Bîlançoya êrişên 24 saetên dawî ên li kantona Şehba û Efrînê hat eşkerekirin

Back to top button