Artêşa Tirk a dagirker, karwanekî nû yê leşkerî derbasî gundewarê Idlibê kir.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, artêşa Tirk 30 maşîneyên din û alavên leşkerî û lojistîk derbasî gundewarê Idlibê kirin.
Çavdêriyê diyar kir ku karwan ji dergeha Kefer Losîn derbas bû û ber bi nuqteyeke Tirkiyê ya li Cebel El-Zawiyê ve hat şandin.
Ji destpêka ragihandina agirbesta 5 Adarê û heya niha, 7 hezar û 640 maşîne û bi hezaran leşkerên Tirk, derbasî Idlibê bûne.