Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê 213 roj in didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan, li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 213’yan de dewam dike. Du li Stenbolê bi hezaran kesî tecîd, êrişên dagirkeriyê û şehîdxistina Denîz Poyraz şermezar kirin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 213’yemîn de ji aliyê koma 43’emîn ve dewam dike.

Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, koma 97′ an dewir girt û grev 192 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê hat destpêkirin, 175 rojin didome

Li Stenbolê bi hezaran kesî tecrîd û êrîş şermezar kirin

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê jî tecrîda li ser Rêber Apo, doza derbarê girtina HDP’ê, operasyona derveyî sînor a Tikiyê û kuştina Denîz Poyrazê şermezarkirin.

Tevî astengiya polîsan jî girseyê li Qada Şîşhaneyê daxuyanî dan.

Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût diyar kir ku li dijî tecrîd, desteserkirina hemû mafan,rakirina Peymana Stenbolê û Kuştina Denîz Poyraz li qadanin.

Piştî çalakiyê gel bi sloganan belav bû, polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî girseyê kir û kesek binçavkirin.

dîmen 40 sanî biherikîne

Back to top button