PYD’ê bang li PDK’ê kir ku nûnerên Rêveberiya Xweser û yên wan berde

18 roj in ti agahî ji nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ku ji aliyê PDK’ê ve li Hewlêrê hatin revandin, nayê girtin.
PYD’ê careke din bang li PDK’ê kir ku wan serbest berde

PYD’ê îro careke din derbarê revandina nûnerên xwe û Rêveberiy Xweser de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Di demeke ku her kes hewl dide parstina destkeftiyên gelê Kurd bike, hêzên ewlekariya Hewlêrê beriya bi demekê endamên me revandine.”

PYD’ê diyar kir ku ji bo pêkanîna siyasetên dijminan ew hedef tên girtin.

Di daxuyanî de PYD’ê ev kiryar şermezar kir û diyar kir ku divê nûnerên Rêveberiyê û endamên wan bi lez serbest bên berdan.

Her weha bang li aliyên pêwîndîdar hat kirin ku divê dev ji van kiryarên ku dûrî nirxên mirov û welatparêzî ne, bên berdan.

PYD’ê daxwaz ji hemû partî û aliyên niştîmanî kir ku ji bo berdana hevalên wane yên revandî bixebitin û hevkariyê bikin.

10`ê Hezîranê, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl û Mustefa Ezîz dema berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanan pêşwazî bikin, revand.

Ji wê demê de ti agahî ji wan nayê girtin.

Back to top button