Bîlançoya 24 saetên dawîn ên li dijî kantona Şehbayê, navçeyên Şêrawa û Şera hat eşkerekirin .
Dewleta Tirk di nava 24 saetan de bi 965 topan 24 gund û cih li kantonên Şehba û Efrînê topbaran kirin.
Dewleta Tirk di 24 saetên dawîn de bi dijwarî gundên kantona Şehbayê, navçeyên Şêrawa û Şera topbaran kirin.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk 11 gund û cih li kantona Şehbayê topbaran kirine.
Her wiha 7 gund û cih li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê hatin hedefgirtin ..
6 gund li navçeya Şera hatin topbaran kirin..
Ev gund û dever bi 965 topên hewan, obîs û tankan hatin ermancgirtin..
Her wiha hemwextî firîna balafirên bêmirov li asîmanê herêmê, tobparan dewam dike.