“Em ê li dijî tundiyê bi hev re li ber xwe bidin”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî 25’ê Mijdarê nirxandin kir.
Besê Erzîncan diyar kir ku li dijî dewleta bi serweriya mêr em bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin, divê jin rêxistina xwe ya xweser mezin bike.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê axivî.

Besê Erzîncan da zanîn ku 25’ê Mijdarê li dijî komkujiyên dewletan ên li dijî jinan weke rojeke têkoşînê hatiye ragihandin.

Besê balkişinad ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û wiha anî ziman:

Yek ji sedemên bingehîn ên vê tecrîdê jî xeta azadiya jinê ya radîkal e ku Rêber Ocalan afirandiye.Jinên Kurd ji aliyê dîrokî ve timî li ber zilm, zext, mêtingerî û koletiyê rabûne û pêşengî ji serhildanê re kirine. Lewma weke jinên Kurd hem ji bo azadiya welatê xwe, hem jî bidestxistina mafê azadiyê yê jinê, em têkoşîneke mezin a xweparastinê dimeşînin. Em xwedî artêşbûna jinê ya herî profesyonel, herî mezin a dîroka mirovahiyê ne.

Endama Koordînasyona KJK’ê di dewama nirxanidnên xwe de anî ziman ku dewleta Tirk êrişên herî berfireh li dijî gel û jinên Kurd dike û got:

Bi heman rengî dewleta Îranê jî êrîşî gelên Îranê û Kurdên li Rojhilat dike.

Em dixwazin sedsala 21’ê bikin sedsala jinê, bikin sedsala azadiya gelan.

Berxwedana gerîlayên YJA Starê li Zap, Metîna û Avaşînê, şoreşa me ya jinê ya li Rojava ku bi pêşengiya YPJ û Kongra Star tê meşandin, serhildanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê nîşaneya şênber a vê yekê ye.

“Êrişên li ser herêmê li dijî destkeftiyên gelan e”

Besê Erzîncan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha bi lêv kir:

Êriş li dijî Kurdan, jinan, destketiyên azadiyê yên gelan hemûyan e.

Pêkhatina vê êrîşê di sala 45’an a damezrandina PKK’ê de netesadûf e.

Dixwazin ku alternatîf û rêya azadiyê ya bingehîn a gelê Kurd, jinan û gelên Rojhilata Navîn bi temamî tune bikin.

Besê Erzîncan: Divê jin rêxistina xwe ya xweser mezin bike

Di dawiya Besê Erzîncan dibêje:

Dem dema azadiya jinan û gelan e. Divê jin rêxistiniya xwe ya xweser ji her demê bêhtir mezin bikin. Formula ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi berxwedanê bi cih tê anîn.

Back to top button