Şervan Kobanê: Me nehişt dagirker bihustekê derbasî navçeyê bibin

Piştî şerekî giran li navçeya Eyn Îsayê û têkbirina jimareke çete û leşkerên Tirkan, Fermandarê QSD’ê yê li eniya navçeyê Şervan Kobanê diyar kir ku bi berxwedana QSD’ê êrîş hat şikandin û teqez kir ku ew dijî her êrîşê amade ne, ku “eger careke din jî êrîş bikin, ew ê bin kevin.”

Bi armanca dagirkirina navçeya Eyn Îsayê ji 24 Mijdarê ve êrîşên dagirkeran li dar in..

Bersivdayîna wan jî, di çarçoveya parastina rewa de ji aliyê şervanên QSD’ê ve, tê kirin..

Sereçeteyê bi navê Îsmail El Îdo, di nav de 18 çete û leşkerên Tirkan hatin kuştin.

Fermandarê QSD’ê yê eniya Eyn Îsayê Şervan Kobanê da zanîn ku çeteyan ji 3 milan ve êrîş birin ser Eyn Îsayê, QSD’ê jî êrîş şikand û vê yekê hişt çete bi paş ve bikişin û kuştiyên xwe li erdê bihêlin.

Şervan Kobanê teqez kir ku ku berxwedana polayî ya şervanên QSD’ê, hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirkeriyê pûç kirin.

Li gorî Fermandarê QSD’ê yê eniya Eyn Îsayê, dagirker dixwazin bi van êrîşan, rê li Kobanê û Minbicê qut bikin û wan dagir bikin.

Şervan Kobanê: Em li dijî her êrîşê amade ne

Şervan Kobanê ji eniya berxwedanê ya Eyn Îsayê, ev peyam da dewleta Tirk:

“Ne carekê ne du caran, hûn deh carên din jî êrîşî me bikin, hûn ê dîsa li ber berxwedana me bişkên. Em li dijî her êrîşê amade ne”

Di encama 150 mûşekên dewleta Tirk a dagirker li ser taxên Eyn Îsayê de, 8 sivîl û 4 şervanên QSD’ê birîndar bûn.

Tevî binpêkirin û êrîşên dewleta Tirk li ber çavê hêzên wê pêk tên jî, lê Rûsya xwe li bêdengiyê daniye.

Back to top button