Hêzeke din a leşkerî di nav de Tirk hene, derbasî Şengalê bû

Piştî lihevkirina PDK û Bexda, şandina hêzên leşkerî ber bi Şengalê ve zêde bû û niha bi şandina hêzên duh re, hewldana duqatkirinê heye. Di nava 2 rojan de, herî kêm 8 hezar leşker û hêzên leşkerî hatine veguhastin. Şengalî jî li dijî şandina van leşkeran nerazî ne.

Piştî lihevkirina PDK û Bexdayê li ser Şengalê, yekîneyên destpêkê yên leşkerî, di 24’ê Mijdarê de hatibûn şandin.

Ev hêz di nava 24 saetên dawî de zêdetir bû.

Hikumeta Iraqê îdîa kiribû ku hêza leşkerî ya li Şengalê, wê bê guhertin û veguhastina hêzê, wê li ser sînor bê kirin.

Lê belê hêzên ku berê ji herêmê hatibûn şandin, nehatin derxistin û yekser yekîneyên polîsan ên nû û hêza operasyonî ya hikumeta Iraqê, lê hatin zêdekirin.

Hêza derbas bû gefa êrîşê li YPŞ’ê xwar

Şeva borî, careke din şandina hêzên leşkerî dest pê kir û di dema veguhastinê de, ji Hêzên Asayîşê yên YBŞ’ê re gotine:

“Em hatine ji bo li dijî YBŞ’ê şer bikin.”

Şahidan diyar kir ku di nava hêzên ber bi herêmê ve hatin veguhastin de, hin kesên bi Tirkî diaxivin hene.

Heta niha zêdeyî 8 hezar leşker û polîsên taybet li herêmê hatine bicihkirin.

Çavkaniyan ragihand ku hêza leşkerî ya li herêmê hatiye bicihkirin wê were duqatkirin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî ev yek bi hewldana nû ya “Fermana 74” pênase kiribû.

“Şandina hêzan ber bi Şengalê ve xeteriyek mezin e”

Şengalî jî van planên qirêj û şandina hêzên ber bi herêmê ve, weke xeteriyê dibînin.

Tê zanîn, 9 Cotmehê, ev plan bi armanca kontrolkirina Şengalê, di navbera PDK û hikumeta Îraqê de hatibû îmzekirin.

Li jêr vê jî, gelek armancên din hene:

-Tunekirina vîna xelkê Êzidî û têkbirina hêzên xweparastinê yên Êzidiyan.

– Girtina Êzidiyên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine.

-Bi rêya serdegirtina malan de, desteserkirina çekên xweparastinê yên Şengaliyan.

-Kontrolkirina rêyên navbera bajar, gund, komalgeh û danîna bendên kontrolê û astengkirina çûnûhatina şêniyan.

-Li gel girtina sînorê Şengalê, dorpêçkirina warên pîroz mîna Çêlmêra, Şêbilqasim Kiçil Laliî û bicihkirina hêzên çekdar ên nenas.

-Erebên ku destek dan DAIŞ û bûn sedema revandin, firotin û kuştina Êzidiyan li Şengalê, bên vegerandin.

Back to top button