Bi dîmen…Artêşa Tirk gundên Girê Spî topbaran kirin

Gundên Xirbet Beqer û embarên Qizelî yên Girê Spî ya dagirkirî hatin topbarankirin.

Artêşa dagirker, şeva borî careke din gundên Xirbet Beqer û embarên Qizelî yên li gundewarê Girê Spî bi mûşekan topbaran kirin û ti agahî der barê ziyanan de nehatine bidestxistin.

Her wiha li Rojhilatê Kobanê jî, li nêzî sînor, balafireke kefşê ya dewleta Tirk ji cureya dron kete xwarê.

Li gorî agahiyan balafir li nêzî gundê Til Hacib ê li rojhilatê Kobanê bi 4 km dûrî sînor ketiye.

Back to top button