Efsaneyê futbolê yê Arjantînî Diego Maradona koça dawî kir

Efsaneyê futbolê Dîego Maradona di temenê xwe yê 60 salî de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Efsaneyê futbolê yê Arjantînî Dîegor Maradona di temenê xwe yê 60 salî de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Agahiya mirina Maradona ji aliyê parêzerê wî ve hate piştrastkirin.

Hate ragihandin ku Maradona li mala xwe ya li herêma Bûenos Aîresê krîza dil derbas kir û piştî rakirinî nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Maradona bi taybet di kulubên Boca Jrs, Barcelona û Napoliyê lîstiye.

Di sala 1986’an de di nava tîma Arjantînê de di nava lîstika Kûpaya Cîhanê de li ser navê Arjantîn 91 carî lîst û 34 gol kir.

Maradona ji sala 2019’an û vir ve li kuluba La Plata antronoriya Gîmnasîayê dikir.

Back to top button