Şêniyên Kobanê Ş.Osman Dadalî bi bîr anî

Bi sedan şêniyên Kobanê, berê xwe da gundê Dadalî yê li rojavayê Kobanê, û şehîd Osman Dadalî di salvegera wî ya 15′an de bi bîr bînin.

Merasîm bi meşekê ji pêş mala şehîd Osman Dadalî ber bi gora wî ya li başûrê gund ve dest pê kir.

Piştî şênî gihaştin gora şehîd Osman, li wir endamê Komîteya Rêveber a PYD′ê Ehmed Xoce axivî û wiha got:

“Şehîd Osman di karê xwe de ferq û cudahî nedixist navbera biçûk û mezinan.

Dema tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir, kesayeta wî xurt bû. Rola wî li herêmê mezin bû gelek carî jî ji aliyê rêjîma Basê hate girtin.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firaêt Ayşe Efendî axivî û diyar kir ku şehîd Osman yek ji damezrînerên komîteya lihevanînê li Kobanê û herêmê bû.

Di dawiyê de kurê şehîd Osman, Ehmed Dadalî soz da ku ew ê li ser şopê bavê xwe bimeşe û got:

“Em ê di rûyê kesên hewl didin xaka dagir bikin de bibin strî.”

PYD’ê Osman Dadalî bi bîr anî

Back to top button