Li Minbic û Hesekê şehîd hatin oxirkirin

Îro li Minbicê şervanê QSD’ê şehîd Husam Salih Cuma bi merasîmekê hat oxir kirin û nasnameya 3 şehîdên Meclisa Minbicê ya Leşkerê hate eşkerekirin.
Li Hesekê jî 2 şehîd hatin oxirkirin.

Bi sedan şênî û endamên saziyên rêveberiya Xweser a Minbicê beşdarî merasîma her 4 şehîdan bûn..

Di merasîmê de berdevkê Meclisa Minbicê ya Leşkerî Şervan Derwîş û cigirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Cuma Heyder axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê wesîqeyên şehadetê radestî malbatên şehîdan kirin

Li Hesekê cenazeyên 2 şehîdan bi merasimekê hate oxirkirin

Li Hesekê jî, bi sedan şênî û endamên saziyên Rêveberiya Xweser cenazeyên endamê Hêzên Asayşê Ridwan Îsa û şervanê Erka Xweparastinê Tamir Xelef oxir kirin.

Kesên di merasîmê de axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Di dawiyê, belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Back to top button