Mûazzez Orhan: Dewletê karesatek mezintir ava kir

Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan ku ji roja destpêkê ya erdhejê li Dîlokê bû diyar kir ku dewlet karesatek mezintir ava kir, heya niha em nizanin bê zarok birine ku derê. Çîrokên bi êş ên erdhejê jî bi dawî nabin û her êşa wê rojê di bîra mexdûrên erdhejê ne.
Li Semsûrê jî cenaze bi kepçeyan tên derxistin.

Tevî ku 13 roj li ser erdhejê derbas bûn, bi deh hezaran mirov hîna di bin kavilan de ne.

Xebatên alîkariyê yên HDP’ê û rêxistinên civakî yên sivîl tevî astengiyên dewletê, dewam dikin.

Parlamentera HDP’ê a Dîlokê Mûazzez Orhan, der barê mijarê de axivî û got:

Em ji roja destpêkê ya erdhejê çûn Dîlokê, bi qasî 3 rojan tîmên rizgarkirinê nehatin herêma erdhejê.

Mirovan bi hewldana xwe xwestin kesên di bin kavilan de derbixînin.

Gelek kes dema ku li bendê bûn tîmên rizgarkirinê werin wan rizgar bikin, jiyana xwe ji dest dan.

Mûazzez Orhan: Em nizanin zarok birin ku derê

Mûazzez Orhan destnîşan kir ku zarokên malbatên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, birin nexweşxaneyê û ji wir jî birine cihên cuda û wiha pêde çû:

Em nizanin ku ev zarok birine ku derê.

Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan ragihand ku ji ber nebesiya şaredariyan a tedarîkirina pêdiviyên mirovan, mirov bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man û got:

Dewletê karesatek mezintir ava kir.

“Ji bo ku kûçik cenazeyan nexwin min 5 rojan nobet girt”

Erdhejê li pey xwe çîrokên pir mezin hiştin.

“Qêrîn, dengê baranê, qêrîn” ev gotin aîdê Hasret Sekman a ku şeva erdhejê mala wê hilweşiya û ji malbata xwe hejmarek zêde mirov windakir e.

Hasret got, ji bo ku kûçik cenazeya min nexwin min 5 rojan nobet girt.

Ez ji aliyê fizîkî ve baş im, bedena min neket gorê, lê ez nizanim çawa dijîm û çawa dimeşim.

Ez qet nikarim wan dengên qîrîn û alîkariyê ji bîr bikim. Pênaseya vê êşê nîne

“Li Semsûrê cenaze bi kepçeyan tên derxistin”

Li Semsûrê avahiyên hilweşandî tên rakirin.

Turkan Laçkî ya ku xizmên wê di bin avahiyên hilweşandî de mane, ew jî wekî gelek mexdûrên erdhejê di bin konan de dimîne, dibêje:

Ez tu carî roja erdhejê ji bîr nakim

Gelek cenaze di dema rakirina xirbeyan de bi bin kepçeyê ve zeliqîn û wisa derketin.

Dîtina wan cenazeyan wisa li hewa dîmenek gelek xirab bû.

Mirov nizanin cenazeyên xizmên wan li ku ne.

Hingî ji bo alîkariyê min qîr kir têlên dengê min zirar dîtin.

Back to top button