PYD’ê Osman Dadalî bi bîr anî

PYD′yê yek ji damezrînerê xwe şehîd Osman Dadalî bi bîr anî û got:
“Têkoşîna mamoste Osman ji hevrêyên partiya me re pêşengtiyek bû.

Sibe salvegera 15′an a şehadeta Osman Dadalî ye.

Şehîd Osman ji ber îşkenceya di gitîgehên Basê de şehîd bû.

Têkildarî vê yekê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“18′ê Sibatê, salvegera biêş a şehadeta pêşengê PYD′ê û yek ji damezrînên wê şehîd Osman Dadalî ye.

Şehîd Osman di encama îşkenceya di jêrzemînên girtîgehên destpot û şovenîst de şehîd bû.

Em sûcên rejîmên şovenîst, dijminên demokrasî û dîktatoran şermezar dikin.

Têkoşîna mamoste Osman ji bo hevrêyên wî yên partiyê îlhameke bû..

Şehadeta wî û li kêlek şehîdên partiyê û gelê me bû sedema bilindkirina berxwedanê û bi Şoreşa Rojava tacîdar bû. ”

Em Meclisa Giştî ya PYD′ê soza xwe ji şehîdên partiyê û hemû şehîdên gelê me re nû dikin ku li ser şopa wan heta serkeftinê bimeşin.

Back to top button