Meclîsa Gel a Demokratîk û Meclîsa Îştar a Mexmûrê, êrişa li ser wargehê şermezar kirin û bang li YE û NY kirin ku li hember êrîşan bê deng nemînin. Sazî û rêxistinên Kurdistanî jî gotin bêdengî tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re. Parlementerên Swêdî û Danîmarkî jî êrîş şermezar kirin û diyarkirin ku dewleta Tirk bi vê êrişê sûcên şer kirine.
Meclîsa Gel a Demokratîk û Meclîsa Îştar ên Mexmûrê li ser êrişê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Meclisan diyarkir ku PDK bi ambargo û dewleta Tirk jî bi êrişên xwe ve diwaze kampê bidin belavkirin, lê bila kes benda vê yekê nebe.
Meclisan gotin, ewê bi vîn û berxwedaniya xwe ve van êrişan vala derxînin û ev bang kirin:
Em bang li NY û rêxistinên navdewletî kirin ku li hemberê êrişan dewleta Tirk bêdeng nemînin.
Bêdengî tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re.
Navenda Civaka Kurd a Danîmarkayê: Divê danîmarka û ”YE” ji bo êrîşa li ser mexmûrê helwesta xwe nîşan bide
Navenda Civaka Kurd a Danîmarkayê (FEY-KURD) jî bi daxuyaniyeke êrişa dewleta tirk şermezarkir û bang li Danîmarka û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku ji bo bidawîkirina êrişan zextê li rejîma Erdogan bikin.
FEY-KURD’ê bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî kir ku ambargoya li ser Mexmûrê rake û dawî li hevkariya bi hikumeta Erdogan re bîne.
Wekîlên Swêdî û Danîmarkî: Dewleta Tirk sûcên şer dike
Ne tenê saziyên Kurdî Parlementerên Swêdî û Danîmarkî jî êrişa dewleta tirk a li ser Wargeha Mexmûrê wek êrîşek terorîstî bi nav kirin û diyarkirin ku dewleta tirk bi êrişa xwe ya li ser penaberan re sûcê şer dike.
Parlementeran gotin:
“Emê êrişa dewleta Tirk têxin rojeva Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî.