HRE nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

HRE`yê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe yê şehîd buye Mazlûm Taanî eşkere kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di daxuyaniya xwe de Mazlûm Taanî bibîr anî ev tişt got;

“Hevrêyê me Mazlûm Taanî di 1’ê Nîsana 2022’yan de dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehdî bû.

Hevrêyê me Mazlûm li herêma berxwedanê Şehbayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû.

Hevrêyê me Mazlûm piştî dagirkirina Efrînê sala 2019’an biryar da ku tev li nava têkoşîna me ya azadiyê bibe û ji bo azadiya herêma Efrînê têkoşîneke mezin da.”

HRE’yê ji malbata şehîd û ji gel re sersaxiyê xwest û diyar kir ew ê ked û bîranînên şehîd Mazlûm di têkoşîna azadiyê de her tim bidin jiyîn.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye;

Ehmed Gillî bi nasnav Mazlûm Taanî 1′ Nîsana 2022 şehîd buye.

Back to top button