Gerîla li Xakurkê lê da, 9 leşkkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker dewam dikin.
Gerîlayan vê carê jî li Xakurkê li leşkerên Tirk dan.
Di rêzeçalakiyên gerîlayên HPG’ê de 9 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin.
HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo bîranîna Hefteya Qehremaniyê hatine kirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyan derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê gerîlayên HPG’ê li Xakurkê li dijî leşkerên Tirk yên dagirker çalakî lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla ên li Xakurkê û êrişên dewleta Tirk ya dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

“27’ê Adarê hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Girê Kevortê dimînin xistin. Di encama vê çalakiyê de ku bi rengekî serketî li çepera dagirkeran hatiye xistin, herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin û çeperek bi temamî hate rûxandin.

29’ê Adarê artêşa Tirk a dagirker li derdora Girê Lêlîkan û Girê Şehîd Şervan dest bi operasyona dagirkirinê kir. Di dema operasyonê de derb li wesayîteke dagirkeran hate xistin.

Di encama çalakiyê de wesayît hate rûxandin û 4 dagirkerên tê de bûn jî hatin cezakirin.

30’ê Adarê li Girê Lêlîkanê dîsa hêzên me bi çekên giran gule li dagirkeran reşandin. Di encamê de çeperek a dagirkeran hate rûxandin û 3 dagirker jî hatin cezakirin.”

HPG’ê diyar kir ev çalakiyên hêzên gerîla yên Xakûrkê ku pêk anîn, di şexsê şehîdên Hefteya Lehengiyê de ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê hatin kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar êrişên hewayî yên dewleta Tirk ya dagirker dewam dikin.

HPG’ê diyar kir di navbera 28’ê Adarê û 1’ê Nîsanê de herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Avaşînê bi helîkopter û balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button