TEV-DEM’ê dibêje xwepêşdanên mezin ên li dijî kuştina Jîna destpêka şoreşeke nû ya bi pêşengiya jinan e.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo kuştina Jîna Emînî daxuyaniyek da û têde kuştina wê şermezar kir.
TEV-DEM’ê diyar kir ku kuştina jinan bi vî rêbazê hov tê wateya kuştina ruhê jiyana azad û ev tişt anî ziman:
“Kuştina Jîna îsbat kir ku rejîma Îranê siyaseta nîjadperestî û înkarê didomîne û hemû taybetiyên jinan binpê dike.
Armanc ji vî sûcî, di şexsê Jîna Emînî de derbekirina îradeya jinên bihêz û azad e.
Tu ferqa rejîma Îranê û ya Tirkiyê nîn e. Ji bo şikandina vîna civakan gelek lihevkirinên wan ên veşartî hene.”
Li ser xwepêşandanên ku tên kirin jî TEV-DEM’ê got: ”Bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî xwepêşdanên mezin li dardikevin.
Ev destpêka şoreşeke nû ya bi pêşengiya jinan.”
TEV-DEM’ê bang hêzên siyasî û nîştimanî kir ku piştgiriyê bidin îradeya gelên Îranê yê serhildêr.