Di navbera DAIŞ û hêzên hikumeta Şamê de şer rû da, 2 çete hatin kuştin

Li gundewarê parêzgeha Hemayê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên hikumeta Şamê de şer rû da. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê û 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li nêzî bendavê Bûfeyad li Selemiya li rojhilatê Hemayê, şer di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên hikumeta Şamê de rû da.

Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û jimarek birîndar bûn.

Her wiha 2 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin kuştin.

Di van demên dawî de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê zêdetir bûn.

Ji dawiya Adara borî ve di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de, 419 leşker û alîgirên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Her wiha di encamê şerê hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ’ê de 152 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Back to top button