Partî, sazî û komeleyan diyar kirin ku Tirkiyê zihniyeta qirkirinê didomîne

Partî, sazî û komeleyan jî diyar kirin Tirkiyê zihniyeta qirkirinê didomîne û banga edaletê kirin. 

Kongra Star: Hovîtiya beriya sedsalî îro dewam dike

Koordînasyona Kongra Star jî dest nîşan kir ku zihniyet û hovîtiya berî sedsalî îro jî dewam dike.

Kongra Star bîr xist ku sûcên Tirkiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî yên dagirkirine ne kêmî hovîtiya qirkirina Ermenan e.

Tevgera Kongra Star dawiyê teqez kir ku wê berxwedaniya gelan heta serkeftinê dewam bike.

HDP: Em bi şerma qirkirina ermenan re rûbirû dibin

Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê bi navê ‘Em bi şerma Qirkirina Ermenan re rûbirû dibin” daxuyaniyek weşand.

HDP’ê bi bîr xist ku qirkirin bi fermana hikumeta Îttîhat û Terakkî pêk hat.

HDP’ê diyar kir ku 105 sal in Tirkiye bi Qirkirina Ermenan re hevrû nebûye û xwest Tirkiye lêborînê bixwaze.

”Zihniyeta qirkirinê didome, em daxwaza edaletê dikin”

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Nor Zartonk, Komeleya Çanda Ermenan a Arjantînê jî bi wesîleya salvegera Qirkirina Ermenan daxuyaniyên nivîskî weşandin.

Însiyatîfa Nor Zartonk û Komeleya Çanda Ermenan a Arjantînê daxwaza edalet û rûbirûbûnê kirin.

Herdû aliyan dest nîşan kir ku ewê têkoşîna edaletê ya bi gelên zexta qirkirinê li wan tê kirin bidomînin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk jî bîr xist ku zîhniyeta qirker dewam dike.

Back to top button