Rejîma Îranê girtiyekî din ê Kurd darve kir

Rejîma Îranê careke din girtiyekî siyasî yê Kurd darve kir.

Li aliyekî din di wextekî de ku gelek welatên cîhanê ji bo pêşîlêgirina vîrûsa corona, bi dehezaran girtî berdan.

Rejîma Îranê hîna dest ji kiryarên xwe yên li dijî girtiyan bernedaye.

Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw ragihand ku rejîma Îranê siyasetmedarê kurd Sîna Muhamedî di saetên serê sibê de di Girtîgeha Senendej de darve kir.

Hat diyar kirin ku malbat û xizmên Muhamedî li ser agahiya darvekirina wî li ber girtîha Senendej kom bûne û bertek nîşanî darvekirinê dane.

Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw, dest nîşan kir ku ew difikirîn ku ji ber şewba vîrûsa coronayê wê darvekirin neyin rojevê û wiha got:

Di lîsteya darvekirinê ya rejim a Molla de gelek girtiyên kurd ên siyasî hene.

Em di vê mijarê de banga hestiyariyê li hemû hêzên Kurdistanî dikin.

Back to top button