Kampanya alîkariyê bi pêşengtiya HDP’ê li Başurê Kurdistanê didome

Kampanya alîkariyê ya ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ve li Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin didome.
Welatiyên Hewlêrê ên ku tevlî kampanyayê bûn, piştgiriya xwe anîn ziman û banga tevlîbûnê li welatiyan kirin.

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê bi alîkariya sazî û hêzên siyasî yên Başûr, ji bo mexdûrên erdhejê komkirina alîkariyê didomînin.

Welatiyên Hewlêrê ku beşdarî kampanyaya alîkariyê bûne bang kirin ku mexdûrên erdhejê bi tenê nehêlin.

Welatiyên Hewlêrê banga kirin ku her kes başdarî alîkarîdayînê bibe

Welatî Remzî Cewher diyar kir ku erka her ferdekî Kurde tevlî vê kampanyayê bibe.

Çeto Beranetî ku endamê KNK’ê ye, diyar kir ku alîkarî erkeke neteweyî, olî û mirovî ye û divê her kes beşdar bibe.

Back to top button