Feysel El Miqdad: Bêyî bidawîbûna dagirkeriyê, lihevkirin ne pêkan e

Hikumeta Şamê eşkere dibêje “Bêyî ku Tirkiye ji nav xaka Sûriyê derkeve, ti lihevkirin ne pêkan e.”
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel el-Miqdad tekez dike her hevdîtineke di navbera Esed û rayedarên Tirkiyê de jî tenê bi armanca rakirina sedemên şer e.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel el-Miqdad duh eşkere kir ji bo nêzîkbûneke tam pêk were, Tirkiye neçar e hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê bi dawî bîne.

El-Miqdad dibêje:

“Bêyî bidawîkirina dagirkeriyê ne pêkan e ku bi Tirkiyê re têkiliyên asayî bên çêkirin.”

El-Miqdad her wiha piştrast dike her hevdîtinek di navbera Beşar Esed û rayedarên Tirkiyê de girêdayî “rakirina sedemên şer e”.

Bi vî awayî hikumeta Şamê careke din helwesta xwe ya li beramberî hewldanên dewleta Tirk ên lihevhatinê nîşan dide.

Wezîrê Karên Derve yê Îranî li Şamê ye

Ev axaftin jî piştî hevdîtina El Miqdad û wezîrê Derve yê Îranî Hisên Emîr Ebdullehyan hat.

Piştî serdana Lubanê, wezîrê Îranî berê xwe da Şamê û bi rayedarên wê re civiya.

Ev cara 5’an e wezîrê karên derve yê Îranê serdana Sûriyê dike.

Back to top button