Dewleta Tirk careke din gundên Şera, Şêrawa, Til Temir, Girê Spî û Kobanê bi dijwarî topbaran kir. Di êrişa ser gundên Şera de zarokek şehîd û 2 jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Tinibê yê girêdayî navçeya Şera ya herêma Efrînê topbaran kir.
Di encamê de zarokê bi navê Eseed Mihemed (16) şehîd bû û Xalid Taha (16) û Ehmed Mihemed (18) birîndar bûn.
Ji ber topbaranê ziyanên madî jî çêbûn.
Vê sibehê jî Dewleta Tirk gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kir.
Gundên Zirgan, Kobanê, Girê Spî û Til Temir rastî êrişan hatin
Dagirkeran gundê Mişêrifê û Esediyê yên navçeya Zirganê topbaran kirin.
Her weha gundê Zer ê rojavayê Girê Spî û heman demê nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya rojavayê Kobanê bûn hedefa dagirkeran.
Doh jî, ji seatên sibehê ve heta derengiya şevê êriş ranewestiyan.
Gundên Tirbespiyê, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê rastî topbaranê hatin.