Dewleta Tirk a dagirker gundên Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, Şêrawa û Tirbespiyê bi dijwarî topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Seyda û Kampa Eyn Îsayê yên Eyn Îsayê topbaran kir.
Her wiha di heman demê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk jî li herêmê digeriyan.
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê topbaran kir.
Dagirkeran gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî jî dan ber topan.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Qeremox û Cîşan ên Kobanê jî bi çekên giran topbaran kir.
Heman demê balafirên keşfê jî li ser herêmê digeriyan.
Dewleta Tirk bi droneke li xaçerêya gundê Tewîl ê navçeya Tirbespiyê da.
Beriya wê jî gundê Gir Siwar ê Tirbespiyê bû hedefa êrişan.
Di encamê de ziyan gihişt mezreyekê û gelek sewal telef bûn.
Artêşa Tirk a dagirker di saetên nîvro de jî gundên Ziyaretê û Çelixlo yên Kobanê û gundê Gozeliyê yê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.